Li Bûlgarîstanê erdheja 6,4

Li Bûlgarîstanê erdheja 6,4

Li Bûlgarîstanê erdhejek bi pileya 6,4 pêk hat. Rêveberê Navenda Resetxane ya Giştî ya Bûlgarîsatnê Nikolay Milioşev, ragihand ku navenda erdhejê nêzî bajarê Penrîk ê ku 30 km ji paytext Sofyayê dûr bû.

Di encama erdhejê de hin xanî qelişîn. Banê hin xaniyan hilweşiyan. Piştî erdheja 6,4, erdhejên paşing rû dan, lê hat diyarkirin ku tu kesê jiyana xwe ji dest nedane. Gelê Sofya, Penrîk, Blagoevgrad, Kazanlik, Zagara Kevin bi erdhejê hesiyan.