Li Bûlgarîstanê îskeletê vampîran hat dîtin!

Li Bûlgarîstanê îskeletê vampîran hat dîtin!

Beriya demekê li bajarê Sozopol ê Bûlgarîstanê du îskeletên mirovan ji bo nebin vampîr, hesin li dilê xwe xistibûn, hatibûn dîtin.

Mirov dikare îro li her deverên cîhanê diranên vanpîran bibîne. Ev vampîrên ku bûne mijara gelek filman, gelo di rastiyê de hebûn?

Beriya demekê li bajarê Sozopol ê Deryaya Reş du îskelet hatin dîtin. Rêveberê Ensîtuya Dîroka Neteweyî Bojidar Dimitrov got; “Ev îskeletên ku hesin li dilê wan ketibûn, pêkanînek ku heta deh salên destpêkê yên sedsala 20’an nîşan dide”

Li gorî baweriya Pagan, şevê hesinek li dilê miriyên ku “xirab” dihatin nirxandin dixistin. Dîmîtrov da diyarkirin ku bi vî awayî bawer dikirin ger hesin li dilê wan miriyan bixin, ji gorristanê ranedibûn û nedibûn vampîr.

Dîmîtrov diyar kir ku wana di van salên dawiyê de nêzî 100 îskeletên wiha dîtine.