Li Çelaxa û Girê Spî pevçûn didomin
Li Çelaxa û Girê Spî pevçûn didomin
Li Çelaxa û Girê Spî pevçûn didomin
Pevçûnên li Çelaxa, Girê Spî ku di navber hêzên YPG’ê û çeteyên El-Nusra ku êrîşan pêk tînin didomin. Li gorî agahiyan di pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çete hene. Her wiha tangek êrîşkaran hatiye ruxandin.
ÇELAXA: Li gorî agahiyên hatine bidestxistine duh di saetên êvarê de çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra êrîşî gundên Sefa, Yûsifiyê û Sukeriya ên girdayî Çelaxa kirine.
Şervanên YPG’ê bersiva êrîşan dan û di encamê de pevçûn qewimîn û heta saetên sibê dewam kirin.
Hate hînbûn ku di pevçûnan de ku kuştî û birîndarên komên çete çêbûn û tangek êrîşkaran jî hate ruxandin. Pevçûnên li van gundan bi awayekî demî hîn didomin.
GIRÊ SPÎ: Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad duh saet derdora 18.00’an de êrîşî gundê Sûsik û Çelbê yên girêdayî Girê Spî (Til Ebyedê) kirin û di encama bersiv dayîna şervanên YPG’ê de pevçûn bi dijwarî derketine û heta satên sibê dom kirin. Hate gotin ku di pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne. Pevçûnên li derdora van gundan bi awayekî demî hîn didome.
Li Tirbespiyê û Serêkaniyê ji duh ve bê dengiyeke heye. Her wiha hêzên YPG’ê ji bo bersivdayîna êrîşên komên çete ên gengaz tedbîrên xwe zêde kirine.