Li Çelê ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn
Li Çelê ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn
Li Çelê ji bo gerîlayên HPG'ê mewlûd hat dayîn
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji bo gerîlayê HPG'ê Bengîn Edîş (Fedakar Qaşûrî) ku di sala 2011'an de di encama kemîna leşkerên Îranê de jiyana xwe ji dest dabû konê şînê hat vedan û ji bo gerîlayê HPG'ê Hayatî Olmez (Munzur Çelê) ku di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Bengîn Edîş (Fedakar Qaşûrî) ku di sala 2011'an de di encama kemîna leşkerên Îranê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Çelê ya Colemêrgê konê şînê hat vedan. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê Rahmî Kurt, Dayikên Aştiyê, Şaredarê Çelê Hidir Demîroglu, Şaredarê Çelê yê berê Mehmet Kanar, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çelê Servet Tunç, endamên MEYA-DER'ê û gelek kes tevlî taziyeyê bûn. Di taziyeyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çelê Servet Tunç axivî û wiha got: "Em li ber bîranîna ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û li têkoşîna wan xwedî derdikevin. Em piştgiriyê didin pêvajoya ku ji aliyê Birêz Ocalan hatiye destpêkirin. Bila bê zanîn ku Kurd ne Kurdên berê ne û Kurd xwedî hêz in." Tunç komkujiya li Rojava pêk tê şermezar kir û wiha got: "Ev çeteyên ku ji AKP'ê piştgiriyê digirin zilmê li gelê me dikin. Zilma ku li Rojava tê kirin ji me hemûyan tê kirin û divê em ji her demê bêhtir yekîtiya xwe ava bikin." Dayika Edîş ê gerîlayê HPG'ê Pîruz Edîş wiha got: "Kurê min tenê şehîdê me nîn e, şehîdê hemû Kurdan e."
JI BO GERÎLAYÊ HPG'Ê OLMEZ MEWLÛD HAT DAYÎN
Heyetê piştî serlêdana taziyeyê, tevlî mewlûda ku ji bo endamê HPG'ê Hayatî Olmez (Munzur Çelê) ku di sala 2012'an de li Wanê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kirin. Gelek welatî, parlamenterê BDP'ê Adil Zozanî, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Hasan Guzel, Şaredar Fadil Bedîrhanoglu, rêveberên BDP'ê yên navçe û bajaran jî tevlî mewlûdê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê MEYA-DER a Colemêrgê Ramazan Elmas axivî û wiha got: "Hevale me Munzur li gund tevlî têkoşînê bû. Di temenê xwe yê ciwan de ket nav siyasetê. Piştre tevlî nav refên PKK'ê bû. Lê bila bê zanîn ku em ê di rêya wî û hevalên wî de bimeşin. Em ê li têkoşîna wan xwedî derdikevin." Bav Necmettîn Olmez jî wiha axivî: "Kurê min şehîdê hemû gelê Kurd e. Em ê heta dawiya emrê xwe têkoşînê bidomînin û li bîranîna wan xwedî derkevin." Olmez komkujiya li Rojava pêk tê şermezar kir û xwest hemû kes li berxwedana Rojava xwedî derkevin.
Piştî xwendina mewlûdê girse ji gund veqetiya.