Li Çelê pêkanînên keyfî ên leşkerên Tirk
Li Çelê pêkanînên keyfî ên leşkerên Tirk
Li Çelê pêkanînên keyfî ên leşkerên Tirk
Li Gundê Deştan ê girêdayî Çelê dema ku welatiyan xwest biçin ser zeviyên xwe, leşkeran ew astengkirin, welatiyan xwest bimeşin navenda navçeyê. Hate îdiakirin ku, astengkirin ji bo pêşî li qaçaxtiyê bêgirtin e.
Li Gundê Deştan ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, hate hînbûn ku dema welatiyan xwestin biçin nav zeviyên xwe ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Gundê ku du hefte bû di bin dorpêça leşkeran de, hate ragihandin ku, îro gundiyên xwestin biçin ser zeviyên xwe hatin astengkirin û destûr nedan bikevin nav zeviyên xwe.
Îro jî welatiyên xwestin biçin nav zeviyên xwe leşkeran gule berdan hewayê û hate îdiakirin ku, heqaret li gundiyan hate kirin. Her wiha di navbera welatî û leşkeran de rageşî derket.
Gundiyên xwestin pêkanîna leşkerên Tirk ên keyfî protesto bikin xwestin bimeşin navenda navçeya Çelê ji aliyê qereqola 5 km dûrî gund ve hatin rawestandin. Dema ku leşkeran destûr neda biçin, welatiyan heyetek avakirin û ji bo bûyerên rûdane ragehînin 7’mîn Fermandariya Tûgaya Cendirmeyan ya Sinor û Qeymeqamtiya Çelê hatin navçeyê.
Hate ragihandin ku, heyetê hevdîtin bi 7’mîn Fermandariya Tûgaya Cendirmeyan ya Sinor re pêkanî û hate hînbûn ku, welatiyên din jî vegerîne gund.
Hate îdiakirin ku, pêkanîna mijara gotinê ji bo pêşî lêgirtina qaçaxtiyê hate kirin.