Li Çemê Dûkanê ciwanekî Kurd fetisî

Li Çemê Dûkanê ciwanekî Kurd fetisî

Li Çemê Dûkanê yê bajarê Silêmaniyê, ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê yê ji bo xwe hênik bike ket avê, fetisî.

Li navçeya Silêmaniye Dûkanê, ciwanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Serdar Muslum Seydo yê li gundê Goktepe dixebitî, ji bo xwe hênik bike ket ava Çemê Dûkanê, lê di çem de wenda bû.

Ji 20'ê Tebaxê û vir ve ev 3 roj in cesedê Seydo nehatiye dîtin.

Malbata Serdar Muslum Seydo ku ji bo bixebite hat Başûrê Kurdistanê, gazinan dike ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, bi têrkerî nayên meşandin.

Malbata Seydo nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedarên hikûmetê da û xwest, yên ku cesed bibîn bi rêya vê hejmara telefonê 07506977205 wan agahdar bikin.