Li Cerablusê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kurdan kirin
Li Cerablusê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kurdan kirin
Li Cerablusê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kurdan kirin
Komên çete yên DAIŞ`ê piştî Minbicê vê carê êrîşî taxên Kurdan yên bajarê Cerablusê kirin û gelek welatiyên sivîl yên Kurd revandin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ`ê piştî ku êrîşî taxên Kurdan yên bajarê Mibicê kiribûn û gelek welatiyên Kurd yên sivîl revandibûn, duh êvarê êrîşî taxên Kurdan yên bajarê Cerablisê yê girêdayî Helebê kirin. Hate hînbûn zarok û jin jî di nav gelek welatiyên Kurd yên sivîl revandine û malên wan talan kirin.
Li gorî çavkaniyan navên hin welatiyên ku hatine revandin wiha ne: Mistefa Mihemed 45 salî, Basil Osê 20 salî, Nasan Nebî 60 salî, Ehmed Nasan Nebî 27 salî, Setûf Birkil Ebas 25 salî, Nadya Bilal 15 salî, Şikrî Elo 45 salî û hevsra wî Semîra, Reşad Silo 40 salî, Hemik Mistefa 37 salî û Mehmûd Mistefa Ebas 50 salî.
Hate hînbûn ku êrîşên komên çete ya li ser taxên Kurdan ên Cerablusê û revandina welatiyan dewam dike.