Li Çewlikê 5 girtî hatin sirgûn kirin
Li Çewlikê 5 girtî hatin sirgûn kirin
Li Çewlikê 5 girtî hatin sirgûn kirin
Hate îdiakirin ku, 5 girtiyên siyasî ên li Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê li ser fermana Wezareta Edaletê ya Tirk sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Çorûmê kirin e.
Hate hînbûn ku, 5 girtiyên siyasî ên li Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê bêy ku agahiyê bidin malbatên wan û wan bixwe ew sirgûn kirin e. Duh rêveberiya girtîgehê ji girtiyên siyasî Aydin Çelîk, Omer Seydaoglû, Bulent Bûlûç, Emrûllah Kûrcan û Faysal Guner re gotine, dê we sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Çorûmê bikin û hate îdiakirin ku, ferman ji aliyê wezaretê ve hatiye dayîn.
Hate hînbûn ku girtiyan daxwazkiriye ku ji bo malbatên xwe bibînin sirgûnê heftiyekê bidin paş, lê îdareya girtîgehê daxwaza wan red kiriye. Hate ragihandin ku, dê sibe di demjimêrên siharê de girtiyan sirgûnî Çorûmê bikin.