Li Çewlikê di êrîşa çekdarî de kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn

Li Çewlikê di êrîşa çekdarî de kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê di êrîşa çekdarî de kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn. Hate îdîakirin ku, êrîş ji ber sedema deyn rû daye.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin li bajarokê Servî yê girêdayî navçeya Dara Hênê M. Salih Alagoz (32), Bûrhan Uras û Mehmet Uras rasta êrîşa çekdarî ya kes yan kesên nasnameya wan nediyar ve hatin. Di êrîşê de Alagoz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, du kesên din jî yên ji ling û destên xwe birîndarbûyîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.

Cenazeyê Alagoz ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê, her wiha têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.