Li Çewlikê operasyon, li Berwarî û Bagokê tevgera leşkerî
Li Çewlikê operasyon, li Berwarî û Bagokê tevgera leşkerî
Li Çewlikê operasyon, li Berwarî û Bagokê tevgera leşkerî
Operasyona artêşa Tirk a li bejahiya Çewlikê roja Çarşemê dabû destpêkirin bi dorfirehî dewam dike. Li Amedê yekîneyên veşartî hatin bicihkirin, li Berwarî û Bagokê jî tevgera helîkopteran tê jiyîn. Li Heftanînê jî balafirên keşfê difirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê liv û tevgera leşkerî ya li Çewlik, Amed, Mêrdîn, Sêrt û Heftanînê de agahî da.
Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Di 25'ê Îlonê saet di 12.00 de artêşa Tirk a dagiker bi piştgiriya helîkopterên kobra û skorsky li qada Ş. Serxwebûn a Çewlikê dest bi operasyonê kir. Artêşa Tirk di operasyonê de qadên Ferxan, Dallitepe, Koz, Karer, Gol, Mêrga Mi, Kanyan û Beşlerê da ber xwe û operasyon dorfireh kir. Li ezmanan jî bi balafirên kefşê herêm hatiye şopandin û bi şev jî kemîn hatine danîn. Îro danê sibê jî bi helîkopterên kobra leşker li herêmê hatine zêdekirin. Operasyon dewam dike."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di navbera 24-25'ê Îlonê de artêşa Tirk li qada Apê Mûsa ya Amedê kemîn daniye û hat gotin, "Her wiha li derdora Qereqola Hegasor yekîneyên leşkerî yên veşartî hatine bicihkirin."
HPG'ê diyar kir ku di 25'ê Îlonê saet di 10.00 de, konvoyek leşkerî ya ji 20-30 maşînên artêşa Tirk pêk dihat derbasî navçeya Sêrt Berwariyê bû û got, "Artêşa Tirk a dagirker li herêma gundên Osyan, Heşet, Evrex û Kelika Miho dest bi operasyonê kir û hêzên xwe yên li herêmê veguhastiye qada operasyonê. Li vê herêmê, liv û tevgera helîkopterên Skorskî û Kobra dewam dike."
Hat ragihandin ku di heman rojê de li balafirên kefşê li qada Çiyayê Bagokê ya Mêrdînê keşf hatiye kirin, her weiha li qadê helîkopterên bi tîpa Skorskî digerin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di 24'ê Îlonê de li herêma Heftanînê û di 25'ê Îlonê de jî li herêma Gareyê balafirên artêşa Tirk ên keşfê geriyane û keşf kirine.