Li Çewlikê wesayîta leşkerî qeza kir: 7 leşker birîndar bûn

Li Çewlikê wesayîta leşkerî qeza kir: 7 leşker birîndar bûn

Li Çewlikê yek jê astsubay 7 leşkerên di wesayîta leşkerî ya qeza kir de bûn birîndar bûn. Birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê piştî tedawiyê ji nexweşxanê derketin.

Li gorî agahiyên hatin girtin îro di saetên nîvro de qeza li navçeya Azarpêrt a Çewlikê pêk hat. Wesayîta leşkerî ya di çû wezîfeyê li gundê Baglarpinar ê Azarpêrt qulibî. Di qezayê de yek jê astsubay 7 leşkerên di wesayîtê de birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîgî. Piştî tedawiya  yekem a li vir astsubay Erkan Şehîtlî û leşker sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê hatin kirin. Birîndarên ku li vir hatin dermankirin ji nexweşxaneyê derketin.