Li Chicagoyê li dijî NATO’yê xwepêşandanek mezin

Li Chicagoyê li dijî NATO’yê xwepêşandanek mezin

Li bajarê DYA’yê Chicago ku Civîna Bilind a Serokên Dewlet û Hikûmetên NATO’yê tê hat lidarxistin, xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de dirûşima “NATO Go Home” (NATO biçe malê) hat qêrîn.

Li Chicagoyê Civîna Konseya Atlantîka Bakûr a ya di NATO’yê de xwedî biryara herî bilind e hat lidarxistin. Li vir li hemberî vê civînê protestoyek girseyî hat lidarxistin. Di xwepêşandana girseyî de pankart û dirûşima “NATO Go Home” hat berzkirin.

Leşkerên berê yên DYA’yî li Grant Parkê li hev civiyan û tevî çalakgerên aşitiyê, kesên ji gel dirûşimêln “Şer Deyn e” û “NATO biçe mala xwe” qêriyan û pankatên li dijî NATO’yê hildain.

Piştî ku girseyê xwest bimeşe Navenda Kongreyê ya McCormickê, ya li perava golê, ku civîna NATO’yê têde dihat lidarxistin, li rastî mudaxeleyeke tund a polîsan hat. Xwepêşandêran bi betilên avê û daran bersiv dan êrîşa polîsan, di encamê de bi dehan kes birîndar bûn û bi dehan xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Her wiha, di civîna NATO’yê de biryar hat dayîn ku dê leşkerên welatên derve heta sala 2014’ê li Efxanîstanê bimînin. Tê payîn ku welatên mîna Franseyê jî heta dawiya sala 2013 leşkerên xwe vebikişînin. Di beşa îro ya civînê de dê alîkariya aborî ya ji bo Efxanîstanê, vekirina baregehên NATO yên ji bo Efxanîstanê li Pakîstanê, Mertalê Fuzeyan a li rastî bertekên tund ên Rûsyayê tên, dê bên gorûbêjkirin.