Li Cîbûtiyê du keştî noqî binê avê bûn: Herî kêm 45 koçber mirin

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihand ku li peravên Cîbûtiyê du keştiyên koçber tê de bûn noqî binê avê bûn. Hate ragihandin ku herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku herdu keştî bi 310 kesan ji Yemenê bi rê ket û li peravên Cîbûtiyê noqî binê avê bû.

IOM'ê li ser X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes hatin rizgarkirin û hîn gelek koçber winda ne.

Meha Tebaxê li peravên Yemenê keştiyek noqî binê avê bûbû û 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.