Neteweyên Yekbûyî îro Roja Xûrek a Cîhanê pîroz dike. Lê hejmara mirovên birçî ya li cîhanê 870 milyon û di van 10 salên dawiyê de kêm nebûye. Jixwe gava mirov hejmara mirovên baş xwedî nabin li vê zêde dike, ev hejmar digihe 1,4 milyarî.
Cîhan li aliyekê bi krîza aborî û bilindbûna rêjeya bêkariyê re rû bi rû ye, li aliyeyek din jî têkoşîna li dijî xizaniyê bi qasî pêwîst encamê nagire. Bi taybet di van salên dawiyê de kêmbûna hejmara mirovên birçî, rawestiya. Li gor NY’yê niha li seranserê cîhanê 870 milyon mirov birçî ne.
Lê raportorê taybet ê mafê xwedîbûnê yê NY’yê Oliver De Schutter diyar kir ku ger mirov li şûna birçîbûnê bêje xwedîbûna xirab, kêbûna kaloriyê, kêmbûna iyot, hesin, vîtamîn û zadên mîkro ku ji bo pêşketina fîzîkî û psîkolojîk a zarokan girîng e, ev hejmar digihe 1, 5 milyarî.”
Gava weke havînê bihayê madeyên xwarinê zêde dibin, mirovên hejar jî neçar dimînin ku zêdetir berhemên mezaxtinê bi kar bînin. Schutter diyar kir ku ev mirov ne tenê çêkirinan xwarinan kêm dikin, ligel vê jî neçar dimînin ku rengîniya xwarinan jî kêm bikin. Raportê NY’yê got; “Destpêkê ev xeterî weke nehate dîtin. Lê ev divê destpêkê bê dîtin.”
Herêma Sehra ya Efrîkayê ku bi avheya hişk re rû bi rû dimîne, herî zêde ji birçîbûnê bi bandor dibe. Hejmara mirovên birçî dibînin li vê herêmê zêde dibin û li welatên Asya, Amerîkaya Latîn û Okyanûsyayê kêm dibe.
Li seranserê cîhanê, di van 20 salên dawiyê de, di veberhênanên ji bo kiştûkaliyê jî kêmbûnek mezin çêbûye. Serokê Konseya Rêxistina Xûrek û Çandiyê (FAO) ya NY’yê Luc Guyau alîkariya xûrekê ya ku di salên 1980’yan de ji sedî 20 bû, îro daketiye ji sedî 4.
Rêveberê Giştî yê FAO’yê li José Graziano da Silva ji li Romayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ger welat têkoşîna li dijî daxistina rêjeya birçîbûnê xurt bikin, dê li seranserê cîhanê heta sala 2015 de rêjeya birçîbûnê dabikeve û dê cîhan bigihe hedefa xwe ya Hezar Salan.
Silva destnîşan kir ku welatên ku rêjeya birçîbûna wan berê 23.3 bû, daketiye ji sedî 14.9, lê niha jî li cîhanê 870 milyon birçî ne.