Li cîhanê nîşaneya volkanên nû

Li cîhanê nîşaneya volkanên nû



Teqînên nû yên volkanîk li benda cîhanê ne. Aşkere bû ku çiyayên agirîn ên cîhanê piştî çêbûna xwe temam dikin, tenê piştî çend sedsalan diteqin. Beriya niha dihat bawerkirin ku çêbûna van çiyayên agirîn, 200 hezar sal beriya teqînê çêbûne.

Ji van teqînên volkanîk ên mezin re “super volkan” tên gotin. Zanyaran li eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê mînakek a kevirên van çiyayên agirîn lêkolîn kirin û aşkekirin ka ev çiya çend sedsal pişî çêbûna teqiyaye.

Di encama lêkolînê de hat piştrastkirin ku super volkana li Kalîforniyayê 760 sal beriya niha teqiyaye û tê bawerkirin ku xweliya vê volkanê lig elek deverên Amerîkaya Bakûr belav bûne.Ev super volkanên mezin bandorê li beşek mezin a rûerda cîhanê dikin û bandora wan demek pir dirêj dimîne.

70 hezar sal, di encama teqîna çiyayê agirîn ê di Gola Toba ya Endonezyayê de pêk hat. Her kes bawer dikir ku di encama vê teqînê de hema bêje hemû nijada mirovan tune bûye.

Zanyar, ji bo di vê mijarê de zêdetir tişt fêr bibin, niha mînerala bi navê zîrkon lê dikolin. Di nava vê madeyê de elementên radyoaktîf hene. Bi xêra van elementan temenê çiyayên agirîn mirov dikare bihejmêre.

Ji Zanîngeha Vanderbilt Guilherme Gualda di encama lêkolînekê de aşkere kir ku volkanên super 500 sal piştî çêbûnê diteqin. Beriya niha dihat bawerkirin ku çêbûna van çiyayên agirîn, 200 hezar sal beriya teqînê çêbûne.

Li gorî lêkolînan, niha li cîhana me, tu xeteriyên van volkanên super tune ne, lê belê ev lêkolîn ji bo demên pêş dê bi kêr bê.