Li cîhanê zeviyê sêyemîn ê mayinan: Başûrê Kurdistan
Li cîhanê zeviyê sêyemîn ê mayinan: Başûrê Kurdistan
Li cîhanê zeviyê sêyemîn ê mayinan: Başûrê Kurdistan
Wezîrê Plansaziyê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî bal kişand ser xeteriya mayinên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve hatibûn çandin û diyar kir ku Herêma Kurdistanê di warê mayinan de di cîhanê de herêma sêyemîn e ku herî zêde mayin lê hene. Sindî destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê 10-12 milyon mayin hene û got ku ji bo paqijkirina van mayinan 50 sal divê.
Başûrê Kurdistanê ku bi salan malovanî ji qirkirin, komkujî û şerên dijwar re kir, heta niha jî nekariye birînên xwe bipêçe. Li aliyekê her roj li deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê gorrên komî derdikevin, li aliyeke din jî di warê mayinan de li cîhanê herêma sêyemîn e ku herî zêde mayin lê hatine çandin. Li gorî daneyan li Başûrê Kurdistanê 10 heta 12 milyon mayinên çandî hene.
JI BO PAQIJIYÊ HERÎ KÊM 50 SAL DIVÊ
Wezîrê Plansaziyê yê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Elî Sindî, duh derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ji bo paqijkirina mayinan 50 sal divê. Wezîrê Plansaziyê ku di daxuyaniyê de bersiv da pêşniyarpirsek li ser bûtçeya îsal a Herêma Kurdistanê ji bo xebatên rakirina mayinan.
10-12 MILYON MAYIN
Wezîrê Plansaziyê destnîşan kir ku li gorî dezgehên YNDP û MAG ku li ser rakirina mayinên li Başûrê Kurdistanê hatine çandin dixebitin, li Başûrê Kurdistanê 10 heta 12 milyon mayinên çandî hene. Sindî agahî da ku Başûrê Kurdistanê di vî warî de di cîhanê de di rêza sêyemîn de û got:“Li gorî vê rêjeya mayinan, piştî welatên Efxanîstan û Angolayê, Herêma Kurdistanê tê û herî zêde mayin li ser axa van her sê welatan hatine çadnin."
7 HEZAR Û 500 KES JIYANA XWE JI DEST DAN
Sindî daxuyand ku piştî serhildanên gelê Başûrê Kurdistanê ango ji salên 1990’an û vir ve 7 hezar û 500 kes bi mayinan jiyana xwe ji dest dane û 70 hezar kes jî birîndar bûne, seqet mane û bûne astengdar. Her wiha, Sindî destnîşan kir ku ev yek bandoreke mezin a nerênî li ser aliyên çandinî û cihwarbûnê jî dike.
NEXŞEYA MAYINAN WINDA YE
Elî Sindî diyar kir ku ev mayin ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve hatine danîn û nexşeya wan di destê rêveberiya Bexdayê ya wê demê de bû, lê belê ev nexşe niha li Bexdayê jî nemaye û got: “Ev yek jî karê rakirina mayinan gelek zortir dike û ji bo rakirina mayinên li herêmê hatine danîn herî kêm 50 sal divê.”
Hêjayê gotinê ye, bi taybet dema şerê di navbera Iraq û Îranê de bi sedhezaran mayin li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê her du rejîman ve hatin danîn. Li aliyeke din jî, rejîma Baas a Iraqê jî di dema raperînên Başûrê Kurdistanê de li gelek deverên Başûrê Kurdistanê mayinên hatin qedexekirî danîn.