Li Çilaxa 5 gund hatin rizgarkirin
Li Çilaxa 5 gund hatin rizgarkirin
Li Çilaxa 5 gund hatin rizgarkirin
Hêzên YPG'ê çarçoveya "Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" de pêngava sêyemîn da destpêkirin. Di pêngavê de 5 gundên herêma Çilaxa ji komên çete hatin rizgarkirin.
Operasyona ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 23'yê Cotmehê de li herêma Til Koçer dabû destpêkirin, li herêma Çilaxa ya Girkê Legê bi hemleya sêyemîn dom dike. Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatine girtin, di çarçoveya pêngava sêyemîn de li herêma Çilaxa li dijî komên çete yên DAIŞ'ê çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.
Di çalakiyên ku di saetên êvarê hatin destpêkirin de gundên Girhok, Yusufiyê, Sefa, Cinebiyê û Ebû Hecer, girên derdora Ebû Hecer, Mezraa Kelem ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Operasyona li herêmê didome.
Hêzên YPG'ê di 23'yê Cotmehê de li herêma Til Koçer pêngava yekemîn a "Operasyona Tolhildanê ya Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" de dabû destpê kirin. Di vê pêngavê de 2 gundên li nêzî Til Koçer hatibûn bidestxistin. Di pêngava duyemîn a operasyonê ku di 26 û 27'ê cotmehê de hatibû lidarxistin de jî Deriyê Sînor ê Til Koçer ku di navbera Rojava û Iraqê de ye û bajaroka Til Koçer hatibûn rizgarkirin.