Li Çilaxa tangek ket destê YPG'ê

Li Çilaxa tangek ket destê YPG'ê

Pevçûnên ku duh piştî nîvro li gundê Sefa yê Çilaxa bi êrîşa komên çekdar destpê kirin, heta serê sibehê li gundên derdorê bi dijwarî dom kirin. Di pevçûnan de tangek hate desteserkirin, yek hate derbkirin û 2 wesayîtên doçka jî hatin rûxandin. Komên ku xwestin êrîşî Serêkaniyê bikin jî neçar man paşve biçin.

Li gundê Sefa yê Çilaxa duh saet di 15.30’an de komên çekdar ên Dewleta Iraq û Şam/Eniya El Nusra êrîşî bendên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin. Li ser vê yekê pevçûnên dijwar derketin. Pevçûnên di saetên ber bi êvarê de kêm bibûn, saet derdora 20.00'an de dîsa dijwar bûn.

Hate ragihandin ku komên çekdar li gundên Girhok, Yusufiyê û Girê Fatê jî bi çekên giran û tangan êrîşî êrîş pêk anîne û xwestine pêş bikevin, lê rastî bersivdayîna tund a hêzên YPG'ê hatin. Li gorî çavkaniyên herêmê pevçûn heta saetên serê sibehî bi dijwarî dom kirin.

Hate ragihandin ku di pevçûnan de gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Her wiha hate gotin ku di pevçûnan de tangek hate desteserkirin, yek hate derbkirin û 2 wesayîtên doçka jî hatin rûxandin.

Pevçûnên li herêmê cîh bi cîh didomin

LI SERÊKANIYÊ ÊRÎŞKAR REVIYAN

Li Serêkaniyê jî komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şan/Eniya El-Nusra saet derdora 21.00'an de ji Til Xelef hewl dan ku ber bi Serêkaniyê ve pêş bikevin û êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û pevçûn derketin. Hate ragihandin ku di encama pevçûnên dijwar ên li ser rêya Til Xelef 2 saetan dom kirin de, êrîşkar neçar man ku paşve birevin. Derbarê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gundên derdora Girê Spî jî pevçûnên di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de cîh bi cîh didomin.