Li Çilaxayê 30 çete hatin kuştin

Li Çilaxayê 30 çete hatin kuştin

Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Çilaxa ya Girkê Legê çalakiyek li dijî komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya  El-Nusra lidar xist. Di encamê de 30 endamên komên çete hatin kuştin.

Hate hînbûn ku di çerçoveya operasyona Şehîd Çekjîn de şevê din saet di 01.00’an de hêzên YPG’ê li derdora gundên Seharîc û Mişêfre li dijî wargehên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya  El-Nusra çalakî lidar xistine. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin di çalakiyê de 30 çete hatin kuştin û gelek çete jî  birîndar bûn.

 Her wiha hêzên YPG’ê di çalakiyê de wesayîtek doçka, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Hate gotin ku navendên komên çete ên li derdora gundê Seharîc û Mişêfre ku 5 km li bakurê bajaroka Til Koçer dikeve hatin ruxandin.

LI GIRÊ SPÎ ÇALAKÎ

 Li gorî agahiyên hatin bi destxistin duh di saetên êvarê de hêzên YPG’ê di çarçoveya opersyona “Şehîd Çekjîn a Şoreşgerî” de li gundê Bîr Kino ya li rojavaya Girê Spî rêze çalakî lidar xistin. Hate gotin ku di çalakiyan de bi dehan çekdar hatin kuştin.

 Çavkaniyên YPG’ê dan zanîn ku di çalakiyan de derbe li 3 navendên komên çeteyên DAIŞ’ê/Eniya  El-Nusra dane û di encamê de gelek çekdar hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne. Li di derbarê kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatiye bi dest xistin.

 Li aliyê din jî çavkaniyekî li Girê Spî diyar kir ku gelek birîndarên komên çekdar ji gundê Bîr Kino bi embûlansan anîne bajêr.