Li Çinarê jinek hate qetilkirin

Li Çinarê jinek hate qetilkirin

Li navçeya Çinarê ya Amedê jina bi navê S.S. ji aliyê birayê wê ve bikêran hate qetilkirin.

Hate îdîakirin ku, jina bi navê S.S. (31) ya dayîka 3 zarokan li gundê Sergelya ya navçeya Çinarê ya Amedê ji aliyê birayê wê ve bikêran hate qetilkirin. Piştî bûyerê cîranan agahî da yekîneyên serwêsa lezgîn ya 112'an û hatin cihê bûyerê. Yekîneyên tenduristiyê diyar kirin ku, jinê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê S.S. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.

Li gorî îdiayê piştî hevjînê S.S. a ku bi berdêliyê hatî zewicandin zewaca duwemîn kir nêzî 2 salane li cem malbata xwe dijî.