Li Çinarê li dijî DAIŞ û AKP’ê hêrs mezin bû
Li Çinarê li dijî DAIŞ û AKP’ê hêrs mezin bû
Li Çinarê li dijî DAIŞ û AKP’ê hêrs mezin bû
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê bi meşeke girseyî ya li Çinarê hat şermezarkirin. Hevserokê DBP’ê yê Çinarê Hebîp Demîr diyar kir AKP bi piştgiriya xwe ya ji çeteyên DAIŞ re xwe da dest.
Rêxistina DBP’ê ya Çinar êrîşên çeteyên DAIŞ ên dijî Kobanê û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyên DAIŞ re bi meşekê şermezar kir. Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Çinarê Hebîp Demîr, Hevşaredarê Çinarê Ahmet Cengîz, endamên Meclîsa Şaredariyê jî di nav de gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta, “Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe gor” hat vekirin. Girseyê dirûşmayên “Bijî berxwedana YPG’ê”, Bijî Serok Apo” gotin. Meşa li ber avahiya DBP’ê destpê kir li Uçyolê bi dawî bû.
Piştî meşê Hevserokê Rêxitina DBP’ê yê navçeyê Hebîp Demîr anî ziman ku AKP di pêvajoya çareseriyê de timî dikeve nav hewldanên provokatîf û diyar kir êrîşa li hember Kobanê hewldaneke sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye.
Demîr diyar kir Kurd ne Kurdên berê ne û wiha got: “Êdî rêber, partî û artêşa ku Kurdan diparêze heye.” Demîr di dewama axaftina xwe de got ku ji ber PKK li dijî DAIŞ gelan diparêze ji aliyê hemû cîhanê ve bi awayekî sempatiyê tê pêşwazîkirin û bi vî aliyê xwe ve PKK ji bo herêmê garantiya gelan e.
Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.