Li Cindêrisa Efrînê ciwanan salvegera 15'ê Sibatê şermezar kir
Li Cindêrisa Efrînê ciwanan salvegera 15'ê Sibatê şermezar kir
Li Cindêrisa Efrînê ciwanan salvegera 15'ê Sibatê şermezar kir
Li navçeya Cindêris a Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê meşeke li dar xist.
Li navçeya Cindêrisê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina salvagera 14'an ya 15'ê Sibatê meşeke li dar xistin. Meş di seat 15.00 an de ji Goristana Şehîdan dest pê kir, meşvanan ji wir berê xwe dan gundê Kefer Sefra û li nava kolanên gund geriyan di saet 17.an de meşvan gihiştin noqteya kontrolê ya navçeya Cindêris û meşa xwe bi meşelan dewam kirin û li nava navçeya Cendêridê geriyan, piştî ku meşvan gihiştin ber Mala Gel ya navçeyê.
Li ber mala gel deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan. Piştre Endamê Tevgera Civakê Demokratîk Ebdilezîz Mîrza axivî û komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku komploger armanca wan ji radestkirina Ocalan ew bû ku îradeya gelê kurd bin pê bikin. Her wiha Mîrza destnîşan kir ku gelê kurd li ber xwe da û li ber xwe dide heta ku rêbertiya xwe azad bike dê li ber xwe bide.
Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdalah Ocalan, alên Desteya Bilind a Kurd hilgirtin, her wiha pankartên ku li ser nivisîbûn '' bê Ocalan jiyan nabe''. ''em komploya navnetewî şermezar dikin'' vekiribûn.