Li Cindêrisê Emîrekî El Qaîdeyê hate kuştin

Li Cindêrisê Emîrekî El Qaîdeyê hate kuştin

Hate zanîn di şerê duh li navçeya Cindrêsê a Efrînê yê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên Çeteyan de, Emîrekî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yê herêma Helebê binavê Ebdilkerîm El Îmaratî hate kuştin û cenazeyê wî di destê şervanên YPG'ê de ye.

Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kirin ku di pevçûnên duh yên li Navçeya Cindrêsê a Efrînê yê di navberê Yekîneyên wan û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam /Eniya El-Nusra rû dane Emîrekî çeteyan ê herêma Helebê yê binavê Ebdilkerîm El Îmaratî hatiye kuştin û cenazeyê wî di destê şervanên YPG'ê de ye.

Çavkaniyan diyar kirin ku komên çeteyan duh bi rêya cîhazên ragihandinê bi zimanên Erebî, Tirkî, Kurdî, Rûsî û Efganî bi hev re diaxivîn, li emîrê xwe digeriyan û ji hevdû dixwestin ku wî xilas bikin.

BI DEHAN BIRÎNDAR HENE

Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku cenazeyê Emîrê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yê Helebê, di destê şervanên YPG'ê de ye. Heman çavkaniyan diyar kirin di şerên ji duh sibê ve didome de bi dehan birîndarên komên çete hene û ji ber naxweşxaneya Atmê tije bûye, ew kom birîndarên xwe radikin nexweşxaneya Herîtanê. Hat ragihandin ku nexweşxaneya Atmê ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ve ji sivîlan hatiye girtin.

HEJMARA KUŞTIYAN GIHIŞT 50

Li gorî gahiyên hatin bidestxistin, şerên di navbera YPG’ê û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El Nusra  yên herêma Cindêrisê heta niha didome. Hat hînbûn ku ku di şerên ji duh ve heta niha 50 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El Nusra hatine kuştin.