Li Çînê rojnamevan di grevê de ne

Li Çînê rojnamevan di grevê de ne

Li Çînê xebatkarên rojanmeya herî mezina Çînê ya bi navê ‘Heftenameya Başûr’ li dijî sansureke ku pir kêm tê dîtin ketin grevê.

Ji 100’î zêdetir rojnameger tevlî grevê bûn û bi gelek kesên li ber avahiya rojnameyê hatin cem hev bi dovîzên wekê ‘Em azadiya çapmeniyê, makeqanûn û demokrasiyê dixwazin’ hildan.

Sedema grevê ew e ku di hefteyên borî de di peyama sersalê ya rojnameyê de reform hatibû xwestin û ev ji aliyê rayedarên propagandayê ve hatibû guhertin. Di peyamê de îfadeyên ‘divê mafên makeqanûnî bikevin ewlehiyê’ cih girtibû û di encama mudaxaleya rayedarên propagandayê de bi gotinên ku pesnê partiya Komunîst ya desthilatdariyê guhertibûn û sansur kiribûn.

Xebatkaran jî bo bersivê bidin sansurê, şefê propagandayê yê eyaleta Guangdong bi nêzîkatiya dîktatoriyê sûcdar kiribû.

Hewldanek din jî ew e ku 50 xebatkarên rojnameyê bi du nameyên vekirî diyar kirin ku ev pêngaveke pir hişke û xwest şefê propagandayê Tuo Zhen îstîfa bike.

Xebatkarên rojnameyê şeva yekşemê di malpera xwe ya blog a fermî de diyar kir ku gotinên ku karên nivîsan ji ber sansurê ji peywirê hatiye girtin jî derewand.