Rojnamevanên Demmarkî Henri Nissen ku bi lêkolînên xwe yên li ser Keştiya Nûh tê nasîn, di pirtûka xwe ya nû de vedîtinên lêkolîna koma Kurd-Çînî weke bermayên herî xurt ên ji Keştiya Nûh mane bi nav kir.
Pitûka Keştiya Nûh, dê di dawiya cotmeha 2012 de dê were weşandin. Nivîskarê pirtûka bi navê Nivîsên Kevnar-Vedîtinên Nûh, Nissen diyar kir ku di encama lêkolîna di sala 2010 de pêk hat, ne tenê cihê Keştiya Nûh hatiye dîtin, parçeyên texteyan ên ku hatin dîtin, hebûn Keştiya Nûh bi awayeke xurt piştrast dike.
Nîssen ji sala 1999 ve gelek caran hilkiyaye Çiyayê Agiriyê. Nissen di pirtûka xwe de destnîşan dike ku di encama dahûrana parçeyên texte yên li herêmê di encama hewldanên lêkolînerên Çînî û reberên Kurd de hatin dîtin, ev texte xwe digihînin 5 hezar sal beriya niha. Nissen dibêje ku parçeyên keştiya Nûh jî hatine dîtin û der barê hebûna Keştiya Nûh de agahî ji tabletên Sumerî û Hîtîtiyan digire.
Nissen di hevpeyvîna beriya çapa pirtûkê de diyar kir ku cihê Keştiya Nûh teqez hatiye dîtin. Bi ya Nissen ger ev keşif ji aliyê zanîstî de were qebûlkirin, divê dîrok ji nû ve bê nivîsîn.