Li Çiyayê Andok Navenda Çand û Hunerê ya Andok hat vekirin

Li Çiyayê Andok Navenda Çand û Hunerê ya Andok hat vekirin

Li navçeya Pasûr a Amedê bi tevlîbûneke mezin Navenda Çand û Hunerê ya Andok hat vekirin. Di vekirinê de Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Cîgira Şaredariya Mezin a Amedê Hafîze Îpek, Serokê Egîtîm Sen a Amedê Kasim Birtek, Serokê KURDÎ-DER'ê Sabahatîn Gultekîn, Nivîskarê Azadiya Welat Heqî Bohtan, gelek mamosteyên ji Pasûrê û Kurdistanî tevlî vekirinê bûn.

Kurdeleya Navenda Çand û Hunerê ya Andokê ji aliyê Nûrsel Aydogan, Hafîze Îpek û Kasim Bîrtek ve hat birîn. Di destpêka bernameyê de ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz hat girtin û axaftina vekirinê ji aliyê Omer Zengîn ve hat kirin. Zengîn hemû kesên ku alîkariya vekirina komeleyê kirine spas kir û wiha pêde çû: "Di war û wargehên wisa de rizgarî pêkan e. Ligel têkoşîna ku ji her aliyê ve divê têkoşîna çand û ziman jî bê dayîn û divê em bi xwe bi rê ve bibin."

Serokê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn bi zaravayê  Zazakî û Kurmancî axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya saziyên ziman û wiha got: "Em ê bi mamosteyên xwe werin di van polan de bi zimanê Kurdî perwerdeyê bidin şagirtan" Gultekîn ji bo zimaneke hevgirtî û çandeke dewlemend jî axivî û wiha got: "Zimanê Kurdî bi hemû zaravayên Kurdî ye. Divê em bi hemû zaravayan zanibin û xwe bi hemû zaravayan perwerde bikin" Gultekîn pêşveçûneke wiha wek bingeha yekîtî û dewlemendiya ziman destnîşan kir û wiha vegot: "Yekîtiya ziman yekîtiya gel e. Divê em bi vê xebata xwe di nav avakirina yekîtiya ziman de cihê xwe bigirin."

Serokê Egîtim Sen a Şaxa Amedê Kasim Bîrtek jî ligel girîngiya ziman û saziyên ziman bal kişand ser navê Andok û wiha pêde çû: "Andok di herka dîrokê de malovaniya pir hewldanên cihêreng kiriye û îro jî dê saziya Navenda Çand û Hunerê ya Andok li ber pala xwe ji ziman û çanda Kurdî re malovaniyê bike." Bîrtek ji bo têkoşînê jî wiha got: "Çand û huner jî kozikek şer e û mala wan kesên ku ev kozika çand û hûnerê ava kirine ava be."

Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî li ser têkoşîna li Andokê pêk hatiye rawestiye. Aydogan dema cangorî bi bîr anîn rewşeke hestiyar çêbû. Bi yên Aydoganê re di çavên beşdaran de rondik herikîn.