Li Çiyayê Kato'yê coşa 15'ê Tebaxê
Li Çiyayê Kato'yê coşa 15'ê Tebaxê
Li Çiyayê Kato'yê coşa 15'ê Tebaxê
29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li Çiyayê Kato'yê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê, bi agirekî mezin peyva "Apo" hat nivîsandin.
Pêngava 15'ê Tebaxê ku roja destpêkirina têkoşîna çekdarî ya li Bakurê Kurdistanê ye, li Çiyayê Kato yê navçeya Şirnex Elkê bi beşdariya bi hezaran kesî, bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di çalakiya li qada Marînos a Çiyayê Kato de, wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanl, alên PKK'ê û wêneyên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hatin daliqandin. Jinan jî bi kincên xwe yên gelêrî, reng dan pîrozbahiyê.
Li ber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Elkê Abdulkerîm Ataman peyivî û 15'ê Tebaxê pîroz kir. Ataman got, "Eger em îro li gel hev in, ev bi saya Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî yên mîna fermandar Egîd e." Ataman komkujiya li Rojava li dijî sivîlan tê kirin şermezar kir û bang li her kesî kir ku xwedî li gelê Rojava derkevin.
Piştî axaftinan, ezman bi fîşekên hewayî ronî bû. Li qada pîrozbahiyê jî bi agirekî mezin peyva "Apo" hat nivîsandin. Nivîsê di nava gel de rê li ber coş û heyecaneke mezin vekir. Piştre Koma Kato berhemên xwe pêşkêş kir û girseya gel heta derengiya şevê li ber awaza Koma Kato govend gerand.