Li Cizîr û Enqerê çalakiyên Rojava

Li Cizîr û Enqerê çalakiyên Rojava

Li Cizîrê bi civîna gel, li Enqerê jî bi meşekê komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û piştgirî ji şoreşa li vê derê re hat dayîn.

Ji aliYê Şaredariya navçeya Şirnex Cizîrê ve, bi armanca destekdayîna şoreşa Rojava, civîna gel hat lidarxistin. Di civîna li Mala Sersaxî û Gel a li Taxa Cûdî de, li gel Şaredarê Cizîrê Mûstafa Goren, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên MEYA-DER'ê û rêveberên BDP'ê gelek kes amade bûn. 

Şaredarê Cizîrê Mûstafa Goren li civînê axivî û diyar kir ku ew şoreşa gelê Rojava ya bi têkoşîneke mezin afirandiye pîroz dikin û got, "Rejîma Esed û çeteyên El Qaîdeyê yên mîna El Nûsra yên nikarin xwe li şoreşa gelê me rabigirin, hewl didin şoreşê têk bibin. Bi vê armancê gelê me dikuje. Divê tevahiya gelê me, li dijî van çeteyan bi yek dilî xwedî li gelê Rojava derkeve. Divê rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê jî xwedî li gelê xwe yê li Rojava derkeve û hembêza xwe ji xwişk û birayên xwe re veke."

Piştî axaftinan, behsa xebatên 4 salan ên Şaredariya Cizîrê hat kirin.

LI ENQERÊ DIRÛŞMA 'ROJAVA NE BI TENÊ YE'

Li Enqerê jî Meclîsa HDK'ê ya Enqerê bi dirûşma 'Gelê Rojava ne bi tenê ye' ji Kolana Yukselê heta Kolana Sakaryayê meşek hat lidarxistin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa 'Ey mirovahî, ji komkujiya li Rojava re bêdeng nemîne, bêje raweste' hat vekirin û dirûşmên 'Bimire El Nûsra, Bijî YPG', 'Li ber xwe bide Rojava, em bi te re ne' û 'Kujer AKP, destê xwe ji Rojava vekişîne' hatin qêrîn.

Di meşê de her weha wêneyên zarokên Kurd ên ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin, hatin hilgirtin. Endamên Platforma Kedê ya Demokratîk (DEMEP) jî piştgirî dan meşê. Li dû meşê Mehmet Alî Tosûn li Kolana Sakaryayê daxuyaniyek da û diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û got, "Gelê Rojava di nava dorpêçî û tinebûnê de şoreşa xwe mezin dike, lê cîhan hînê kor û kerr e. Cîhan hînê li pêşberî komkujiyên li Rojava bêdeng e."

Tosûn da xuyakirin ku hikûmeta AKP piştgiriyê dide êrîşên li dijî Rojava û diyar kir ku deshilatdariya AKP polîtîkayeke durû dimeşîne. Tosûn got, "AKP ji aliyekî ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike, ji aliyê din ve jî li Rojava dibe parçeyek ji komkujiyê."

Tosûn diyar kir ku YPG her roj hîn bêtir ber bi serketinê ve dimeşe û destnîşan kir ku weke HDK ew li cem gelê Rojava ne.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.