Li Cizîr û Hezexê pevçûn didomin

Li Cizîr û Hezexê pevçûn didomin

Li navçeyên Cizîr û Hezexê ên Şirnexê bi sedan kesên ku ji bo şermezarkirina 15’mîn salvegera komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat daketin qadan. Polîsên AKP’ê xwe li çalakiyê negirtin û êrîşî girseyê kirin. Her wiha pevçûn didomin.

CIZÎR

Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê ji avahiya BDP'ê heta navenda navçeyê meşek girseyî pêk anîn. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê li hev kom bûn, heta kolana navendî meşiyan û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser "Azadiya rêber Apo azadiya me ye" nivîsandibûn vekirin. Girseyê di meşê de bê navber di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê de silogan gotin. Girseya ku nêzî 300 metreyan meşiyan di bin dorpêça TOMA û maşîneyên zirxî de çalakiya xwe pêk anîn. Di meşê de girse rastî astengiya polisan hatin, lê girsê îsrar kir û meşa xwe berdewam kir. "Bijî serok Apo", "Zext me bêzar nakin" û "Em dê bi berxewdanê bi ser bikevin" gotin.

 Li ser navê girsê Serokê BDP'a Cizîrê Ahmet Çeter, daxuyanî xwend û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Girsê piştî daxuyanî da bi silogan û çepikan heta hata Cudî meşiyan. Polîsnên ku heta nava taxan girse şopandin gelek caran ciwanan kevir avêt polîsan û ew şermezar kirin. Meş li taxa Surê qada Newrozê bi dawî bû. Pevçûnên ku di navbera polîs û ciwanan de derket, li gelek taxan berdewam dike.

HEZEX

Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP'ê de 9'ê Cotmehê bi girseyî hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Parka Aştiyê ya li taxa Turgut Ozalê li hev kom bûn, bi pankarta "Em komploya navnetewî ya 9'ê cotmehê şermezar dikin" meşiyan. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bê serok jiyan nabe" berz kir. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Hezexê Murat Şen, 9'ê Cotmehê şermezar kir. Girsê piştî daxuyanî da dest bi meşê kir û rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kirin û pevçûn derket. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de berdewam dike.