Li Cizîr û Nisêbînê mitîngê destpê kir
Li Cizîr û Nisêbînê mitîngê destpê kir
Li Cizîr û Nisêbînê mitîngê destpê kir
Li navçeya Cizîrê li hember têlên ku li sînorê Roboskî hatine dayîn mîtînga şermezarkirinê bi tevlîbûna bi hezaran dest pê kir. Li Nisêbînê jî bi dehzaran welatî bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" ber bi sînorê Qamişlo ve dest bi meşê kirin.
Ji aliyê Navenda Giştî ya BDP'ê bi armanca şermezarkirina têlên li sînorê Roboskî hatine danîn û "dîwarê şermê" yê li Nisêbînê ji bo mîtînga li Cizîrê bi dehhezaran welatî li qada mîtîngê ya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kom dibin. Girseya ku li ber avahiya partiyê kom dibe ji wir jî ber bi qada mîtîngê ve dimeşin.
Li qada mîtîngê welatî li ber stranan ku govendê girêdidin, tê payîn ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Hasîp Kaplan, Nazmî Gur, Mulkiye Bîrtane, şaredarên herêmê rêveber û endamên BDP'ê jî beşdarî mîtîngê bibin. Mîtîng bi deqiqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan dewam dike.
Nisêbîn
Li Nisêbînê bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de hatiye lêkirin bê şermezarkirin bi dehhezaran welatiyan ber bi sînorê Qamişlo ve dest bi meşê kirin. Di meşê de ligel bi dehhezaran welatiyan, Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Dora, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, şaredar, xebatkarên çand û hunerê yên li Nisêbîn û Qoserê jî beşdarî meşê bûne.
Di meşê de pankartên, "Em ê dîwarê şermê bi serê T.C. de hilweşînin", "Em ê tola Geverê rakin" hatin vekirin, wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmayên, "Kî ne em, Apocî ne em", "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin gotin. Ji navçe û bajarên derdor gelek polîs sewqî Nisêbînê hatine kirin.
Li ber dîwarê li ser sînor bi sedan polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA'yan dorpêç kirine.