Li Cizîrê 1 jê zarok 3 kes hatin girtin

Li Cizîrê 1 jê zarok 3 kes hatin girtin

Li Cizîrê ji 5 kesên di operasyona 13'ê Kanûnê de hatin binçavkirin, 1 jê zarok 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, tîmên taybet û polîsan çend roj berê avêtin ser gelek malan û 2 jê zarok 4 kes kiribûn binçavan. Ji binçavkiriyan zarokê bi navê D.K. (15) piştî wergirtina îfadeyê li Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Cizîrê hat berdan. Osman Fîdan (19), Mûzaffer Yagarçik û Î.Î. (16) yê duh sewqî Edliya Cizîrê hatin girtin, bi îdîaya endamên YDG-H'ê ne bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dagehê Osman Fîdan û Î.Î. hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Mûzaffer Yagarçik jî serbest hat berdan.

Li aliyê din Kadîr Aydemîr ê di serdegirtina malan a li Taxa Cûdî hat binçavkirin, bi îdîaya endamê YDG-H ye ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Amedê.