Li Cizîrê 2 jê zarok 5 kes hatin binçav kirin

Li Cizîrê 2 jê zarok 5 kes hatin binçav kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 2 jê zorok 5 kes binçav kirin. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan û tîmên taybet şevê din li taxên Cudî û Nurê bi ser gelek malan de girt. Polîsan û tîmên taybet di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn û di lêgerînê de 2 zarok 5 kes binçav kirin. Polîsan kesên bi navê Mehmet Emin Goçer yê 23 salî, Beraat Ozdemir yê 18 salî, Omer Bagdur yê 18 salî, M.E.A. yê 16 salî, H.E. yê 17 salî binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Der barê sedema binçavkirina 5 kesan de agahî nehat zanîn.