Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin.
Polîsan duh bi tevlîbûna gelek wesayîtên zirxî û polîsan li taxa Cudî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser malekê de girtin. Piştî lêgerîna malê welatiyê bi navê Azîz Uykur (21) hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Uykur nehate zanîn û birin Midûriyeta Polîsanb a navçeyê.
Hate ragihandin ku welatiyê bi navê Abdulkadîr Akay (32) jî hate binçavkirin û di saetên şêv de birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Piştî polîsan agahî da malbatê hate hînbûn ku Akay hate binçavkirin û sedema binçavkirinê nehate zanîn.