Li Cizîrê 3 dibistan hatin şewitandin
Li Cizîrê 3 dibistan hatin şewitandin
Li Cizîrê 3 dibistan hatin şewitandin
Piştî ku rayedarên Tirk li Amed, Cizîr û Geverê 3 dibistanên Kurdî girtin vê êvarê li Cizîrê 3 dibistanên dewletê hatin şewitandin. YDG-H’ê çalakî girtin ser xwe.
Piştî ku Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a duh li Cizîrê hat vekirin vê sibehê hat morkirin, endamên YDG-H’ê yên li Taxa Cûdî hatin gel hev, Dibistana Seretayî ya Fatîh, Dibistana Seretayî ya Îstîklal, Dibistana Sereteyî ya Îsmaîl Ebulîs ên li taxê bi Molotofkokteylan şewitandin.
Endamên YDG-H’ê destûr nedan ekîbên îtfayeiyê yên ji bo vemirandina şewatê hatin.
Endamên YDG-H’ê yên polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk mûdaxeleyî wan kir, bi kevir û molotofkokteylan bersiv dan polîsan.
Li dibistanên ku zerareke mezin rû da şewat didome, pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de jî berdewame.