Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê roja borî 7 kes hatibûn binçavkirin û şevê din jî polîsan di ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de Mesut Maman, Nîmet Maraz, E. E. (14) û Abdullah Yay hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçvkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.

Tê gotin ku, operasyonên 2 rojin li navçeya Cizîrê pêk tên têkildarî cerdevanê bi navê Mehmet Çoşkun ê ku li navçeya Cizîrê ji aliyê HPG’ê ve hatibû kuştine û di derbarê dosyayê de biryara veşartinê heye.