Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
Ji 8 kesên ku li Cizîrê hatin binçav kirin 4 jê bi îdiaya “endamên rêxistinê” û “alikarî dane rêxistinê û cih danê” hatin girtin.
Li Şirnexê siharê û saetên şevê yên roja pêş di oparasyona serde girtina malan a ji aliyê polîs û tîmên tevgera teybet ve 18 kes hatibûn binçav kirin. 18 kesên ku bi îdiaya “endamên YDG-H” ne û di 22’yê Kanûnê ji ber xwepêşandana li Meydana Omer Kabak hate kirin de hatin binçav kirin, piştî karbû barên li Muduryeta parastinê a Bajarê Şirnexê hatin sevqî dozgeriyê kirin.
Ji 18 kesên ku hatin şandina dozgeriyê zarokê bi navê A.K. (16) ku ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê hate şandina dadgehê, 9 zarokên din yên ku temenê wan di navbera 10 û 14’ê de derbaz dibe hatin berdan. Zarokên bi navê C.B. (16), S.Y. (15), E.S., E.Ç., K.E., M.N., N.B.(15), F.B. (15) Û S.A. kar û barên îşlemên wan yên li dozgeriyê berdewam dikin.
Li aliyê din zarokê bi navê A.K. (16) ku birine kontrola tendoristiyê li Nexweşxaneya Dewletê a Şirnexê ji ber sedemekî ku nayê zanîn ji aliyê malbetekê ve hat xwestin ku lînç bikin. Dema ku polîsan di dema êrişê de nebûn asteng li pêşiya malbatê A.K. hat derb kirin.
Li aliyê din li navçeya Cizîrê di serdegirtinên malan yên roja pêşîn de ku 8 kes hatin binçav kirin Elîf Acar, Behiye Erkul û Omer Oyan piştî îfadeyên xwe yên li Rêveberiya Emniyeta Cizîrê şûnde hatin berdan. Alî Tekîn, Nurettîn Erkul, Agit Can, Îzzet Yildiz û Omer Şaşmaz hatin sevkirina Edliyeya Cizîrê. Dema ku dozgeriyê îfadeyên 5 kesan girtin Omer Şaşmaz yê xebat karê şaredariyê bi şertê kontrolê hate berdan. Alî Tekîn, Nurettîn Erkul, Egîd Can û Îzzet Yildiz jî li ser daxwaza girtinê hatin sevqî dadgehê kirin. 4 kesên ku hatin şandina dadgehê bi îdiaya “bi endambûna rêxistinê” û “ji rêxistinê alîkarî kirine û cih dane” hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî Tîpa E a Mêrdînê.