Li Cizîrê agirê Newrozê gur bû
Li Cizîrê agirê Newrozê gur bû
Li Cizîrê agirê Newrozê gur bû
Li gelek taxên navçeya Cizîrê ya Şirnexê agirê Newrozê hate hilkirin. Di pîrozbahiyên bi hezaran kes tevlî bûyîn de slogana "Bijî Serok Apo" hate bilind kirin.
Li taxên Nûr û Konak ên navçeya Cizîrê ya Şirnexê agirê Newrozê hate hilkirin. Di şahiya li taxa Nûr de ala PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Li 2 nokteyên bi hezaran welatiyan agir hilkirin û govend girtin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Ocalan" qîr kirin.
Şahiya li taxa Konakê ya Cizîrê jî bi sedan kes tevlî bûn. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Ata Bîlen û rêveberên BDP'ê jî tevlî bûn. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu diyar kir ku, gelê Cizîrê her tim bi berxwedaniyê pêşengî kir û dê di vê pêvajoyê de jî pêşengiyê bie û wiha got: "Meşaleya azadiyê ya di dema faşîzma 12'ê Îlonê de ji aliyê Mazlûm Dogan ve di Girtîgeha Amedê de hate hilkirin di destê ciwanên Botanê de ji bo azadiyê bilind dibe."
Pîrozbahiyê heta derengî şevê berdewam kir.