Li Cizîrê bi hezaran kesan Elçî bibîr anîn
Li Cizîrê bi hezaran kesan Elçî bibîr anîn
Li Cizîrê bi hezaran kesan Elçî bibîr anîn
Siyasetmedarê kurd Şerafettin Elçî ku sala par ji pençeşêrê jiyana xwe ji dest da li Cizirê ji aliyê hezaraen kesan ve hat bibîranîn. Di merasima bîranînê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş got: "Ger Birêz Şerefettin Elçî saxbûya dê kedek mezin bida pêvajoya ku Serok Apo daye destpêkirin."
Sala par siyasetmedarê kurd Şerafettin Elçî ji ber nexweşiya pençeşêrê ji yana xwe ji dest dabû. Di 1. salvegera dilovaniya Elçî de bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di merasima bîranîna Elçî de Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Demîr Çelîk, Nazmî Gur, Cîgira Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Nûnerê Herêma 16. ê Herêma Federal a Kurdistanê Serbest Lezgin, şaredarên BDP'e yên herêmê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Heyeta BDP'ê di saetên serê sibê de karwanek mezin çêkir û li Cîzîrê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Heyet 10 km li gundê Katranê hat pêşwaîkirin. Heyet piştî hat pêşwazîkirin derbasî Mizgefta Mezin a Cizîrê bûn. Di mewlûdê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Şerafettin Elçî û Mustafa Barzanî hatin vekirin.
GIRSÊ GOR ZIYARET KIR
Heyetê ewil çûn mewlûd xwendin û piştre çûn Nimêja Înê kirin. Piştî nimêja înê bi hezaran kes meşiyan ser Goristana Asrî ya Cizîrê û gora Şerafettin Elçî ziyaret kirin. Girsê li vir ewil sirûda "Ey Reqîp" xwend û piştre axaftin kirin. Li ser navê girsê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, silav û hurmetê xwe ji gelê kurd re pêşkêş kir û diyar kir ku ji bo ew li têkoşîn û doza wî xwedî derkevin li vir in. Demîrtaş, da zanîn ku ger Şerafettin Elçi sax bûya dê keda wî li ser pêvajoya ku Serok Apo daye destêkirin bûbûya.
TURK: GELÊ KURD PÊŞENGE XWE TU CAR JI BÎR NEKIRIN
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku di dîroka gelê kurd de gelek pêşeng derketine û gelê kurd tu cari kesên pêşengî kirine û xwe feda kirine ji bîr nekiriye. Turk, anî ziman ku Elçî ji bo aştiyê û gelê kurd têkoşînek mezin daye.