Li Cizîrê bi meşekê piştgirî ji boykota dibistanê re hat dayîn
Li Cizîrê bi meşekê piştgirî ji boykota dibistanê re hat dayîn
Li Cizîrê bi meşekê piştgirî ji boykota dibistanê re hat dayîn
Li navçeya Şirnex Cizîrê, bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî ji boykotkirina dibistanan a ji bo perwerdeya zimanê dayikê hat dayîn.
Mîna li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, li Cizîrê jî dibistan hatin boykotkirin.
Li gel nûnerên rêxistinên civakî yên sivî, nêzî hezar kes bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê hatin cem hev û bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ber bi Dibistana Amadeyî ya Cizîrê ya li ser Kolana Orhan Dogan meşiyan.
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Perwerdeya bê ziman ti carî qebûl nabe", "Ziwanê me rûmeta ma yo" hatin vekirin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn. Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin ku dibistan dê ji bo hefteyekê bê boykotkirin.