Li Cizîrê bidirêjahiya şevê ciwana bi polîsan re şer kir
Li Cizîrê bidirêjahiya şevê ciwana bi polîsan re şer kir
Li Cizîrê bidirêjahiya şevê ciwana bi polîsan re şer kir
Li Cizîrê bi sedan ciwan daketin qadan û 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di navbera ciwanên ku molotof avêtin gelek ATM’yên bankayên li navçeyê û polîsan de pevçûnan heya direngî şevê dom kir. Hate dîtin ku, polîsan ji bo ciwana belav bikin gule berdan hewayê.
Bi sedan ciwanên rûpûş yên li taxên Nûr û Cûdî yên li navçeya Cizîr ya Şirnexê kombûn, ji bo protesto kirina komploya navnetewî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Di dema meşê de ciwana molotof avêtin ATM’ên Garantî, Vakif û Denîzbank yên li navenda Cizîrê. ATM di nava agir de man, polîsan jî bi bombeyên gazê êrîşî ciwana kir. Ciwanên ku xwe dan li ser Rêya Hezexê, li vir bend danîn û polîsan re şer kirin. Polîsên ku bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA’yan hatin ser rêya Hezexê bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwana kirin. Piştî êrîşên polîsan ciwana jî bikevir, bombeyên deng, guleyên hewayî û molotofan bersiv da. Di çalakiya ku molotof li hewa dihatin xwar, rêya Hezexê vegerî qada şer, gelek wesayîtin zirxî agir pê ket. TOMA’yan wesayîtên agir pêve temirandin, ciwana jî bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele, gel li vêderê ye”, “Ocalan” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan” hatin qêrîn.
Di pevçûnên ku heya direngî şev domkir, kesên li ser avahiyan û li ser rê derbaz dibûn kevir û molotof di avêtin polîsan. Meş û çalakiya ciwana ya bi demjimêran dom kir, polîsan dest bi bikaranîna guleyan kir. Dengê çekên rast û bombeyên deng heya direngî şevê ji navçeyê bilind bûn. Pevçûnên ku heya direngî şev dom kir, piştî ku polîs xwe dan paş bûyer bidawî bûn.