Li Cizîrê ciwanê wesayîta polîsan lêxist jiyana xwe ji dest da

Li Cizîrê ciwanê wesayîta polîsan lêxist jiyana xwe ji dest da

Sînan Saltikalp yê 17 salî ku di 23’ê Nîsanê de li Cizîrê wesayîta polîsan lê dabû, piştî tedawiya giran a 4 mehan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Yafes a navçeya Şirnex Cizîrê, di şeva 23’ê Nîsanê de ciwanên rê li çûn û hatinê girtibûn û nasname kontrol dikirin. Di vê kêliyê de wesayîtek tê de du polîsên sivîl hebûn bi gulereşandinê ajot ser ciwanan û di encama gulereşandinê de 4 kes birîndar bûbûn. Sînan Saltîkalp ê 17 salî jî ku di bin wesayîta polîsan de mabû, giran birîndar bûbû.

Saltikalp ku ev 4 mehin li nexweşxaneya Êlihê di beşa lezgîn de dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 

Endamên malbatê yên li Cîzîrê li ser bihîstina nûçeya mirinê, ber bi Êlihê ve ketin rê. Cenazeyê Sînan Saltikalp jî ji bo otopsiyê Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Êlihê.

Endamên BDP’ê yên bajêr jî hatin pêşiya  Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Êlihê. Tê payîn cenazeyê Saltikalp li Cizîrê were veşartin.