Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Şeva din li navçeya Cizîr ya Şirnexê di navbera ciwanên qetilkirina 3 jinên Kurd protesto kirin û polîsan de pevçûnê rû da.

Ciwanên ku rêya Hezex- Cizîrê bi bendan girtin, slogan ji bo PKK’ê û Ocalan avêtin. Polîs bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan xwest mudaxeleyî ciwana bike, ciwana jî bi molotofan bersiv da polîsan.

Di encama molotofan de agir bi wesayîta polîsan ket, her wiha tîmên taybet bê navber guleyên rastîn avêtin hewayê.

Çalakiya protestoyî heya direngî şevê dom kir.