Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komek ciwan 15'ê Sibatê şermezar kirin û li kolanên Hezex û Yafesê çalakî pêk anîn. Çalakiya ku polîsan bi wesayîtên zirxî êrîş kir heta derengê şeva din berdewam kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din ciwanên ku li taxên Nûr û Cûdî kom bûn heta kolanên Hezex û Yasefê meşiyan û çalakî pêk anîn. Ciwanên ku li ser kolanên Yafes û Hezexê kom bûn, rê li trafîkê girtin. Koma ciwanên ku 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Komê di çalakiyê de bê navber siloganên "Biji Serok Apo", "Ocalan" û "PKK'ê gele, gel li vire" qîr kirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA mudaxaleyî komê kir û ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayi bersiv da polîsan û heta derengê şevê çalakiyan berdewam kir.