Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Cizîre ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H) ve li gelek taxan alên PKK'ê û KCK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Polîs ji bo pankart û wêneyan daxe bi wesayîtên zirxî ket taxê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket.
Li navçeya Cizîra Şirnexê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Welatparêz (YDG-H) ve li Taxa Sûr, Cûdî û Nur alên PKK'ê û KCK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Komkujiya Rojava şermezar bike", "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" hat daliqandin. Ciwanan saetên sibê li van sê taxan alên mezin, wêne û pankart daliqand û piştre polîs bi wesayîtên zirxî ket taxan û xwest bîne xwar û di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Polîs bi gelek wesayîtên zirxî xwest bikeve taxê û gelek bombeyên gazê bi ser ciwanan reşand, tax di nava ewrên gazê de man û gelek zarok û welatî di bandora bombeyên gazê de man. Ciwan jî bi kevir û molotof kokteylan bersiv dan polîsan.
Piştî mudaxaleya ciwanan, polîsan pankart û wêne di cih de hiştin û ji taxê vekişiyan, ciwanan li taxan bend danîn.