Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li hemberî meşa di çarçoveya kampanyaya “Mêtingeriyê nejî û nede jiyîn” a ji aliyê Meclîsa Ciwanan a BDP’ê ya Cizîre pêk hat de, “Tîmên Swap” ên nû hatine avakirin mudaxele kirin. Li hemberî mudaxeleyê girseyê bersiv da û pevçûn her diçe li navçeyê belav dibe. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji aliye Meclîsa Ciwanan a BDP’ê ya Cizîrê di çarçoveya kampanyaya “Mêtingeriyê nejî û nede jiyîn” de meşek hat lidarxistin. Bi sedan welatî ku piraniya wan ciwan bûn li ber avahiya Rêxistina BDP’ê ya Cizîrê kom bûn, pankartên, "Mêtingeriyê nejî û nede jiyîn”, "Emê ne weke berê bijîn ne jî weke berê şer bikin”, "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, "Heqareta li hemberî Şehîdên me sedema şer e”, "Em Şoreşa Rojava silav dikin” û "Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin” vekirin. 

Ciwanên ku di destên wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hebûn dema ber bi Taxa Nur ve dest bi meşê kirin, jin jî beşdar bûn û dowîzên ku li ser "Bê ziman jiyan nabe", "Biji berxwedana YPG" û "Gelê kurd li rûmeta xwe xwedî derkeve” nivîsandî hilgirtin. Di meşa ku bi tilîlî, çepik, dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e” li taxê berdewam kir her ku çû girse zêdetir tevlî bû. 

‘TÎMÊN SWAP' MUDAXLE KIRIN

Girseya ku li Taxa Nur demeke dirêj meşiya, paşê derket ser Caddeya Hezexê da ku li Dortyolê li ber peykerê Orhan Dogan xwest daxuyaniyeke çapemeniyê bide. Girse dema hat ser Caddeya Hezexê ji aliyê polîsên ku li ber peykerê Orhan Dogan bi maşîneyên zirxî û TOMA’yan sekinîbûn pêşiya girseyê girtin. Ji ber polîsan bend çêkir, girseyê li ser vê yekê li ser Caddeya Hezexê dest bi xwendina daxuyaniya çapemeniyê kir. Di kêliya ku daxuyanî dihat xwendin de “Tîmên Swap” ên anîne li Cizîrê bi cih kirine bi çekên bombeyên gazê yên bi taybet hatine çêkirin dest bi mudaxeleyê kirin. Li hemberî mudaxeleya polîsan ciwanan bi kevir û bombeyên gazê bersiv dan êrîşê. Mudaxeleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid ku berdewam dike, her diçe pevçûn li navçeyê belav dibin.