Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Bi sedan ciwanên ku li navçeya Cizîrê ji bo protesto kirina qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilir û biraziyê wî Veysel Îşbilir li navçeya Colemêrgê Geverê ji aliyê polîsan ve, daketin qadan û çalekî li darxistin. Çalekiya ciwanan a ku bi kevir û molotof kolteylan bersiva destwerdana polîsan dan li gelek taxên Cizîrê berdewam dike.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketin ciwanên ku komkujiya li Geverê protesto kirin li taxên Cudî, Nur û Koprûbaşi û Çar riyana Kortyol’ê a Cizîrê daketin qadan xwepêşandan kirin. Ciwanên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê dirûşme qêriyan polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrişî wan kir. Ciwanan jî bi kevir û molotof kokteylan bersiv da û pevçûn hîna berdewamin.