Li Cizîrê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket

Li Cizîrê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket

Li navçeya Cizîrê li hember têlên ku li sînorê Roboskî û dîwarê şermê yê li Nisêbînê tê lêkirin mîtînga şermezarkirinê li darxistibû. Piştî çalekiyê ciwanên ku xwestin heya navenda bajêr bimeşin polîsan êriş kire ser.

Li Cizîrê piştî ku girseya çalekî li darxistin belav bûn şûnde, ciwanên ku di vê demê de xwestin heya navenda bajêr bimeşin polîsan bi bombeyên gazê êriş bire ser. Piştî ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da şûnde pevçûn belavî nava taxan bûn. Li aliyê din hat hînbûn ku li ser kolana Nisêbînê rê li hatin çûnê hatine girtin û agir hatine hilkirin.