Li Cizîrê di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn

Li Cizîrê di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn

Komek endamên YDG-H'ê ku li Navçeya Cizîrê kuştina 3 kesên li Geverê bi guleyên polîsan hatin qetilkirin û bernedana parlamenterên BDP'ê şermezar kirin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. 

Komek ciwanên endamên YDG-H'ê, li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê kuştina 3 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û bernedana parlamenterên BDP'ê şermezar kir. Koma YDG-H'ê ku li kolana Nisêbînê û taxa Cudî li hev kom bûn, li ser rê barîkat danî û çalakî pêk anî. Komê piştî çalakî pêk anin maşîneyên zirxî û TOMA yên polîsan hatin cihê çalakiyê. Polîsên hatin cihê çalakiyê bi bombeyên gazê û ava şit madaxaleyî komê kirin. Li hemberî mudaxaleya polisan ciwanan jî bi kevir û molotofkokteylan bersîv da polîsan û pevçûn derket. Di şerê navbera polîs û ciwanan de gelek molotof kokteylên ciwanan li maşînê polîsan ketin û pêtên agir bilind bûn. Ji ber ku polîsan li taxê zêde bombeyên gazê bikar anîn li taxê ji bombeyên gazê ewr çêbûn. 

Hat zanîn ku pevçûna di navbera polîs û ciwanan de li taxan hêj berdewam dike.