Li Cizîrê ji bo Rojava meşa meşaleyî
Li Cizîrê ji bo Rojava meşa meşaleyî
Li Cizîrê ji bo Rojava meşa meşaleyî
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo Rojava meşa meşaleyî pêkhat.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê di demjimêrên şevê de zêdetirî sed ciwanên rûpûş li ser Rêya Botaş ya Taxa Nûr hatin cem hev û ji bo piştgiriyê bidin destkeftiyên gelê Rojava û êrîşên li dijî herêmên Kurd tên kirin şermezar bikin meşa meşaleyî pêkanîn. Ciwanên ku pankarta “Em berxwedana Rojava silav dikin” vekirin bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele, gel li vire” û “Şehîd namirin” ber bi Taxa Nûr ve meşiyan.
Ciwanên ku demek dirêj bi meşaleyan li Taxa Nûr meş pêkanîn, rûniştvanên taxê yên derketin pencere û deriyên xwe bi slogan û çepikan piştgirî dan çalakiya ciwanan. Meşa ciwana li Taxa Cûdî bidawî bû.