Li Cizîrê meşa ji bo azadiya Ocalan
Li Cizîrê meşa ji bo azadiya Ocalan
Li Cizîrê meşa ji bo azadiya Ocalan
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komek endamên YDG-H'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar bikin meşa meşaleyî pêk anîn. Piştî polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir heta derengê şevê pevçûnê berdewam kir.
Komek ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-H), li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadiyê bixwazin û ji bo operasyonên siyasî û leşkerî şerezar bikin meşa meşaleyî pêk anîn. Bi sedan ciwanên ku li taxên Nur û Surê kom bûn, ji du milan de meşên meşaleyî pêk anîn û siloganên "Şehit Namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Ciwanên ku meşa meşaleyî pêk anîn posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakir û ala YDG-H'ê bilind kirin. Ciwanên ku li taxa Cudî kom bûn, li ser rêya Hezex, Yafes û Nisêbînê barîkat danîn. Ciwanên ku rê li trafîkê girtin heta demekê nasname kontrol kirin. Piştî demekê polîsan bi maşîneyên zirxî u TOMA hatin cihê çalakiyê û mudaxaleyî komê kirin.
Piştî ciwanan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî komê kirin di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Pevçê heta derengê şevê berdewam kir. Ciwanan, di mudaxaleyê be bi kevir û molotofan bersîv da û maşîneya zirxî di nava agir de ma. TOMA'yê mudaxaleyî şewatê kir û agir vemirand. Pevçûnê heta derengê şevê berdewam kir.